Penaberên ji sûrî. Wêne: Burhan Ozbilici /TT

100 mîlyonên din ji bo penaberan

Hikûmeta Swêdê biryar daye ku 100 mîlyon kron bide welatên cîran ên Sûrî ku penaberên ji Sûrî qebûl dikin. Ev yek ji aliyê Wezîra alîkariya Aborî Isabella Lövin di Konferansa li Berlînê ya di derbarê pirsgirêkên penaberên Sûrî de li dar ket de hat eşkere kirin.

Wê ev perene ji bo welatên, Ûrdin, Misir û Lubnanê werin veqatandin.

Îro 40 rêxistin li Berlînê li hev kom bibûn ji bo ku rewşa penaberên Sûrî nîqaş bikin.

Welatên cîrn ên Sûrî ku bi hezaran penaber heta niha pêşwazî kirine ji  Yekitiya Ewrûpayê alîkarî xwestin da ew bikaribin baştir xwedî li penaberan derkevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".