Şîr. Wêne: TT

Kesên şîr vexun zû dimrin

Ew kesên ku zêde şîr veduxun, xeteriya ku di pêşdemî de bimrin heye.

Di derbarê vê de Rojnameya Uppsala Nya Tidning lêkolîneke nu hatiye kirin belav kir.

Yek ji sebeban dikare ew be ku laktosa ku di şîr de ye di leşê mirov de dizivire galaktosê ku ev yek li gor ceribandina li lawiran hatiye kirin nîşaneya zû pîrbûnê û mirinê ye.

Him jî lêkoleran ferq kiriye ku jinên pir şîr veduxun rîska ku hestiyê wan bişkê zêdetir e.

Di lêkolîna ku di British Medical Journal de hat belavkirin nêzîkî 110 000 kes beşdarbûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".