Wene: TT

Daîreya Kar 100 buroyan digre

Daîreya Kar ku di bin rexneyên girande ye, wê sed buroyan bigre û di heman demêde jî karmendên nê bigre kar.

Mikael Sjöber,  birêveberê giştî dibêje ev beşek ji guhertina rêxistiniye ji bo careke din pêbaweriyek were afirandin e.

Wê têkiliya bi kardêran re were zêdekirin û xizmetên digital werin baştir kirin.

Û ev yek jî wê bi rêya ku Daîreya Kar sed  buroyan bigre bêyî tu karmendan ji kar derxîne dibêje Mikael Sjöberg.

- Belê emê vê yekê bikin  ji bo ku derametan peyde bikin û vê projeya bi kardêran re pêşbixin. Dilxweşiya di vê guhertinê de ewe em xerca lokalan didin karmendan,  yanê em buroyên xwe bi personel re diguherin. Em vê yekê ji ber krîza aborî nakin, ji bo ku em mirovan bigrin kar dikin ku baştir bi kardê ran re hevkarî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".