Wêne: TT

Beşdariya şer qedexe ye

Wê bi lez qanûnek derkeve ku bi rêxistinek terorîste re beşdarbûna şer ji bo hemwelatiyên Swêd qedexe bike. Di sala were de wê ev yek têkeve meriyetê dibêje Wezîrê Dadê.

Ew difikire jî beşdarbûna şeran li derveyê Swêd bi temanî qedexe bike.

– Em duxwazin beşbarbûna perwerde û şer ên bi rêxistinên ku ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve ketine lîsteya terorê krîmînalîze bikin. Vê yekê Wezîrê Dadê yê nû, Morgan Johansson ê Sosiyaldemokrat di hevpeyvînekê de ji bo rojnameya Sydsvenskan dibêje.

Yek ji tedbîrên herî pêşî ku ew duxwaze li ser kar bike, pirsek ku pir tevlîheve, mijara jîhadê ye. Ew duxwaze qanûnekê bicih bike ku rê li van çuyinên jîhadê bigre.

Wê gelek bi ecele li ser vê qaûnê lêkolîn were kirin. Emrê di derbarê lêkolïnê de hatiye dayîn û wê qanûn di 2015 de were bi cihkirin jî.

Wezîrê dadê ji rojnameyê re dibêje divê em destê xwe zû bigrin, ji niha ve peydekirina kesan a ji bo vî karê destpêkiriye jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".