LO: Wêne: Elina Härmä / Radyoya Swêdê.

Piştî xistina faîza sereke şer e

Sendîqa û kardêr her yek bi awayekî cûda difikirin ka daxistina faîza sereke ya hetta sifirê  ji aliyê Banka Navendî ya Swêdê çi  tesîrê li şertên maîşên karmendan ê pêşerojê dike.

Serokê Endustrîya Bazirganî ya Swêdê Christer Ågren dibêje ku dem hatiye êdî bilindkirina maeşan were sekinandin.

Ew dibêje, tiştê herî maqûl ewe ku ji bo pêşerojê nîqaşên şertên di derbarê xerca hêza karî de werin nermkirin ji ber ku ji xwe Swê di rewşek ku mesrefa hêzakarî pir bilinde ye.

Lê sendîqa bi sekinandina bilinkirina Maîşân re xeteriyê dibîne. Lasse Thörn serokê,Yekîneya jiyana karî ya Sendîqaya LO, Karkerên Swêdê dibêje:

-xeterî heye ku em têkevin rewşekê ku her tişt ber bi daxistinê ve diçe eger maîş û xerc li gor pêwîst neyê bilindkirin. Eger maîşên xelkê li gor piyasê werin bilinkirin û xelk li gor rastiya heye maîşê bigre, ev yek tê wateya ku hêza kirinê heye ku tu pê tîcaretê bikî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".