Rêzgirtin ji bo Klas Ingesson. Wêne: P4 Sjuhärad.

Swêd di şînê de ye

Klas Ingesson, fotbolîstê berê duh şev mir. Ev yek bi rêya Rojnameya Jönköping-Posten hat belavkirin.

Malbata wî jî ev yek ji çapemeniyê re piştras kir ku fotbolîstê berê Klas Ingesson duh bi li şev li mala xwe mirî ye.

Klas Ingesson di sala 2009 an de bi nexweşiya kansêrê ket.

Ji ber tedawî û bikaranîna dermanên giran vê dawiyê histiyên wî lawaz bûn û êdî wî nikaribû wek antrenör jî kar bike.

 Ew bû 46 salî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".