Polîsan ciyê buyerê li Söderhöjden, Jakobsberg dorpêç kiriye piştî ku kesek ji nigê xwe bi gulle hatiye brîndarkirin. Wêne: Pontus Lundahl/ TT

Teqîna sîlehan zêde buye

Herçend hêza polîsan hatiye zêdekirin jî şerên ku tê de sîleh tên teqandin li bajarêrn mezin zêdetir bûye. Heta hina li bajarên Malmö, Göteborg û Stockholmê 208 gulle hatine berdan.

Polîsên Swêd li hersê bajarên mezin ji ber rê li ber  bikaranîna çekan a xelkê li hember hev a di şerande bigre hêza polîsn zêde kir.

Dîsa jî li van hersê bajarên mezin heta niha 14 kesan di encama gulle barandinê de jiyana xwe ji dest dane.

Herî zêde li bajarê Malmö yê gulle baran rûdane, li gor agahiyên ji polîsan hatiye girtin, 90 teqînên gulle hatine tesbît kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".