Wêne: Nick Näslund/Radyoya Swêdê

Polîs şîddeta giran bi kar tînin

Wê îro dadgeha îstinafê biryara doza polîsa ku kuçikî xwe berdabû kesekê serxweş û deh caran bi copê xwe li wî dabû were eşkere kirin.

Ew di dadgeha pêşiyê de bi tawanê lêdanê hat darizandin û eger dadgeha istinafê jî vê biryarê erê bike ewê karê wê jidest were girtin.

Ev yek li gor daxuyaniyek berê ya beşa berpirsiyarî ya Rêvebiriya navendî ya polîsên Swêdê kiribu ye.

Vê bûyerê careke din nîqaşên di derbarê mafê polîsekî çiqas şîdetê bikar bîne heye gur kirin.

Hemû buyer ji aliyê şahidekî ve hatibû qeydkirin.

Dozger dibêje ev ”şîddetek giran e" ku bikarhatiye, lê polîs dibêjin ku wê xwe di bin tehdîtê de ditiye loma bi vî awayî tevgeriya ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".