Wêne: Fernando Arias/ Wêneyê SVT

Hilbijêr ji hukumeta nû nerazî ne

Destpêka hukumeta nû bi gelek zahmeyan re rûbirû bûye. Ji çaran yekê hilbijêran ji karê hukumeta nû nerazî ne. Heta hilbijêrên sor û kesk, yanê yên Sosyaldemokrak û Partiya Jîngehê jî hinekî bi mesafe nêzîkê mijarê dibin.  

Rojnameya Dagens Nyheter piştî lêkolîna Ipsosê vê yekê dinivîse. Li gor hejmarên lêkolîna Ipsos ji sedî 55ê raya giştî di derbarê karê hukumeta nû de dudilin anjî bêfikirin.

Lê hejmarên sempatîzanên partiyan saxlem in, eger îro dîsa hilbijartina parlamentoyê  bibûya wê heman encam bihata girtin.

Hefteyên piştî hilbijartina parlamentoyê ya di 14ê îlonê de gelek bi hereket derbasbune.

Sosildemokratan û Partiya Jîngehê bihev re hukumet avakirin û bi partiya Çep re jî butçe pêşkêşkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".