Bi şofêrê otobosê re şer tê kirin piştî ku agahdariya derengmayina trafîkê tê kirin. Wêne: Hasse Holmberg/TT

Mesfera trafîkê ji rêwiyan zêdetir e

Mesrefên trafîka kolektîv pir zêde dibin li gor kesên rewitiyê dikin, ev yek li gor rojnameya Dagens Samhälle.

Di 8 salên dawî de rêwîtiya  bi trafîka kolektîv ji sedî 20 zêde buye di heman dema ku mesrefên wê ji sedî 32 zêbûne

Hevliheviya di sîstema bilêtan de û derengketina  di trafîkê de dikare sebeb be ku hejmara rêwiyan bilintir nebûye, dinivîse rojnameya Dagens Samhälle.

Dîsa li gor rojnameyê ew 8 şîrketên mezin ên şexsî yen xwediyê trafîka kolektîv zerarek bi qasî 58 milyon kron sala par kirine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".