1 av 2
Serokdewletê Filistînê Mahmoud Abbas û wezîra derve Margott Wallström. Wêne: TT.
2 av 2
Hevpeyvîna Hewa Abdelzadeh li Studyoyê bi Zana Schiroyi re. Wêne: Senem Alp.

Swêdê dewleta Filistînê nas kir

"Ne lez e, em dereng mane"
5:45 min

Hikûmeta Swêdê serê îro dewleta filistînî nas kir. Wezîra karê derve Margot Wallström got "di naskirina Filistînê de em dereng mane". Serokdewletê Filistînê Mahmud Abbas naskirinê weke "biryarek cesûr û dîrokî" nirxand. Lê wezîrê derve yê Îsraîlê  Avigdor Lieberman rexne kir û got "têkilîyên li Rojhilata Navîn ji montekirina mobîlyayek ji IKEAyê tevlîhevtir e".

Hevpeyvîna Hewa Abdelzadeh bi Zana Schiroyi re ku civîna çapemenîyê ya wezîra derve Margot Wallström şopand.

Ji bo naskirina dewleta Filistînê wezîra derve Margot Wallström çi mebest nîşan dan.

Hikûmeta swêdî di wê bawerîyê de ye ku krîterên navnetewî yên ji bo naskirina dewletekî li Filistînê hatîye bi cîh: wekî hebûna axa welatekî, hebûna xelkê wê û hebûna hikûmetek. Heta niha gelek welatên ku Filistîn nas nedikirin digotin kontrola filistînîyan li ser axa xwe tune ye. Israil axê dager kirîye û li wir wargeh ji bo nifûsa cûhîyan ava kirine. Lê Margot Wallström îro beravajî vê helwestê dibêje mebesta ku mirov welatekî ji ber dagerbûye nas neke li dijî qanûnên navnetewî ne. mirov nikare ”heq qurbana neheqîyê bike” got Wallström. Û wezîra derve mînak jî dide ku wan dewrî zeman welatên wekî Xirwatîstan û Kosovayê jî naskirine her çendî kontrola wan jî wê demê li ser xaka xwe tune bû.

Gelo Swêd bi naskirina dewleta filistînî re hêvî dike çi pêk were?

– Swêd dixwaze Îsraîl û Filistîn vegerin ser maseya hevdîtin û muzakereyên aşîtîyê. Margot Wallström balê kişand ser hevdîtinan  ku niha rawestîyane. Îsraîlê her weha gefa xwarîye ku bi hezaran wargehên nû ji bo cûhîyan li Şerîa Rojava li ser axa dagerkirî çê bike û axa dagerkirî bêtir bike bin kontrola nifûsa xwe. Nîyeta swêdîyan ew e ku vê rêçûnê rawestînin. Lê Margot Wallström naveşêre ku nîyeteke din ya wan jî ew e ku bi naskirina dewleta  Filistînî re wê bikin alîyeke wekhev ê  Îsraîlê.

– Margot Wallström dibêje ew dixwazin bi naskirina dewleta filistînî re hêzên alîgirê çareserîyek xurt bikin – yanî rêxistina El Fetîhê li beramberî Hamasê xurt bikin. Û hedef ew e ku hem Filistîn û hem jî Îsraîl di nav sînorên naskirî de li kêleka hev serbixwe bijîn.

Gelo dê Swêd ji bo Filistînê bi awayeke konkret çi bike?

Swêd dê pare bide filistîniyan. Îro, di heman kêlîyê de ku dewleta serbixwe hat nas kirin hikûmetê stratejîyeke alîkarîya aborî ji bo Filistînê jî aşkere kir. Di nava pênc salên pêş me de dê Swêd alîkarîya xwe ya aborî ji 500 milyon kronî bilind bike mîlyarek û 500 milyon kronî. Ev zêdekirineke alîkarîya ya gelekî xurt e û piranîya van pareyan dê ji bo avakirina sazîyên dewletî yên filistînî werine bikaranîn.

Gelo dê Swêd balyozxane li Filistînê veke?

Na, Swêd di halî hazir de nafikire li Filistînê balyozxaneyek veke. Margot Wallström got li Qudûsê konsolosxaneyeke swêdî ya gîştî heye û ew ve yekê têr dibînin.

Rexnegir dibêjin naskirina swêdîyan gelekî zû ye. Wallström vê rexneyê çawa dibersivîne?

– Ew mesele îro di civîna çapemenîyê de jî hat rojevê û Margot Wallström bersiveke wisa da. Margot Wallström bi bîr anî ku peymana Osloyêya navbera Filistîn û Îsraîlê sala 1993’an hat îmze kirin û li gorî wê peymanê gerek e di nav pênc salan de dewleteke filistînî bihata îlan kirin. Lê niha 20 sal derbasbûy û got ji naskirina Filistînê ne lez e, em dereng mane.

Zana Schiroyi
zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".