Rëyën Hesîni. Wêne: Göran Fält

Derkirina Karmendan

Herçend siyasetmedaran soza ku wê zêdetir perayan ji bo lênêrîna rêyên hesînî bidin jî tu sîparişên kar ji bo şîrketên van karan dikin nehatine kirin. Di berre bi sedan karmend ji kar hatine derxistin.

Şîrteka dewletî ya bi navê Infranord ku karê lênêrîna rêyên hesinî dike, di van salên dawî de 600 kes ji kar derxistin û îsal di îlonê de jî şîrketek dina ya mezin Strukton Rail 50 kes ji kar derxistin.

Ew pereyê ku siyasetmedaran soz dabûn ku wê ji bo lênerîna rêyên hesînî bidin, pewist nebûye ji ber karê were kirin tunebuye dibêje Robert  Röder, serokê  Komeleya Mitahitên şîrketên Rêyên hesînî.

-Di 2011 û 2012an de dema gotin wê pereyekî zêde were dayin, em li bendêbûn ku çend proje ji mere werin. Lê tu tiştek nehat. Çawa ku em dibînin wê pereyên din werin helbet em li derdora xwe dinêrin.

Serokê Sendiqaya Komînikasyon  û Xizmetê Jörgen Lundström  jî dibêje, lê herdem tamîr pêwistin û em pir caran karmendan ji bo karên acîl tinîn ku bi rastî tu deramet jêre nînin.

Ew dibêje, karmend tên ciyê buyerê û hewl didin ku bi awayê herî baş pirsgirêkê çareser bikin, û hiştê herî ciddî jî ewe ku karên pir wext digrin jêre pere nînin loma karmend pir dereng dikarin bi hev werin guhertin; di hinek karande dema ku kablo ketine xwar tîmeke karmed heta 24 seatan kar kiriye ji bo pirsgirêkê çareser bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".