Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Nerazîbûna nasîna Filistînê

Hat weşandin torsdag 30 oktober 2014 kl 16.41

Partîyên hevgirtina bûrjuwa yên swêdî nerazîbûnên cûda di derbarê naskirina Filistînê de pêşkêş dikin.

Moderat, Demokratên Xiristîyan û Partîya Navendê gazincan dikin ku hikûmetê pirsa naskirinê di parlamento û komîsyona karê derve de derbas nekirîye. Berpirsa sîyaseta derve ya Partîya gel a lîberal Birgitta Olsson (FP) jî dibêje naskirina Filistînê ne di cîh de ye, ji ber ku kontrola hikûmeta filistînî li ser xaka xwe nîn e û wekî din jî Filistîn ji alîyê dû hikûmetan ve tê rêvebirin. Yek li Xezayê ya Hamasê ye û ya din li Şerîa Rojava ya El Fetîh a Mahmud Abbas e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".