Flistîn, Mahmud Abbas, Israîl, Wezîrê karê der, Avigdor Lieberman. Foto: TT

Îsraîl balyozê xwe ji Swêd kişand

Biryara dewleta Swêd a ku Flîstîn wek dewlet nasdike bû sebeba reaksîonan. Li ser vê Îsrael balyozê xwe ji Swêd ji bo şêwirmendiyê vegşand.

Swêd duh bi fermî biryara xwe ya di derbarê ku ew êdî Flîstîn weke dewleteke serbixwe nasdikin  eşkere kir.

Serokwezîr Stefan Löfven duşema derbasbuyî agahî dabû ku wê di demek kin de Flistîn wek dewletek serbixwe nasbikin. Opozîsyonê Löfven rexne kir û got ku ev biryar li hember qaîdeyên Swêdê ye.

Wî jî wek bersiv gotubû ku me tenê armanca xwe eşkere kir,  hukumet dikare bêyî ku meclîs erê jî bike dewletekê nasbike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".