Wêne: Fanni Olin Dahl/TT.

Dozek din a pedofîlî

Dîsa mêrekî ciwan bi tawanê destdrêjiya li hember zarokan a bi rêya înternetê tê darizandin.

Ev doza li ser mêrekî 24 salî li Stockholmê ye ku ew li hember 59 keçên di navbera temenê 12-17 salî tawanbar e.

Mêrik dest danîye ser kontoya Facebookê ya lawikekî 18 salî û bi vî awayî keçik xapandine ku ji wî re wêneyên xwe yên rût bişînin bi nêta ku ew wan li ser înternetê belav bike.

Doz di derbarê bikaranîna zarokan a bi nêta destdirêjiya cinsî wêneyên rût ê keçan li ser înternatê belav kiriye, û ewê bi tawanê tecawîzê jî were darizadin ji ber ku wî hinek ji kecan ditîne û tecawîzî wan kiriye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".