Di avê de jahr hat ditîn

Jahra  Dioxin di gelek bîrên avê yên ku ava wan tê vexwarin li Saleboda li bakurê şaredariya Karlskrona hat dîtin.

Daîreya Giştî ya Hatûçûnê, Trafîkverket  berê 2 hefteyan di bîrekê de jahra dioxin dît lê pirsgrêk ji vê yekê mezintir e, Radyoya Swêde P4 ya Blekinge vê yekê radigihîne.

Heta niha ne diyar e bê jahr di kîjan astê de ye û  ji ku tê nava avê ne diyar e. Lê li gor Daîreya Giştî ya Hatûçûnê,  dioxin ji çêkirina pirê tê. Di derbarê buyerê de wê lêkolîn were kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".