Doza mizin a narkotîka

Şeş ji 7 kesên di doza firotina narkotîkade dihatin darizandin 10 sal cezayê girtîgehê lê hatin birrîn. Kesên hatin darizandin temênê wna di navbera 31 û 36an de ye.

Polîs buhara par êriş bir ser van mêran dema 38 kîlo narkotîka ji skåne anîbûn Stockholmê pişt re ber bi başûr û piştre jî ber bi Lûnd dibirin. Li gor polîsan qîmeta narkotikaya hatiye girtin di bazara firotinê de nêzîkî 40 mijon kron e.

5 ji van mêran emdamê klûba krîmînel a, motersiklêtan a bi navê Satudarah MC ne.Her heft mêr bi tawanê  firotina narkotîka tên darizandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".