.

Hêjî dereng nîne

Îro wê beşdarên panêla Klîmatê ya di civîna IPCC a li Kopengahê di derbarê biryarek dawî ya klîmatê de li hev bikin.

350 delege ji 120 welatên cîhanê 30 rûpelên rapora, guhertina klîmatê tesîrek çawa li me û tabîatê dike û ev yek çawa dikare were astengkirin, di çav re derbas kirine, gotin bi gotin erê kirine.

Sê tiştên girîng ku derdikevin pêş ewe,encamên xerab yên guhertina klîmatê xwe  ji nihave li herderê cîhanê nîşan didin,  ku sînorek ji çiqas mafê me heye em koldioxid berdin,  û ku hêjî dereng nîne ku em rê li ber guhertinên herî xeter yên klîmatê bigrin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".