Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki-moon di civîna bilind ya avûhewyayê de. Foto: AP Photo / Seth Wenig / TT.

Banga Ban Ki-Moon: Xwedî li avûhewayê derkevin

Konferansa avûhewayê
6:07 min

Neteweyên Yekgirtî rapora xwe ya avûhewayê eşkere kir. Rapor derbarê tesîra xerab ya ku mirov li avûhewayê dikin de ye. Lazim e însan di nava 90 salî de bi tevahî dev ji bikaranîna petrol û komirê berde.

Di panela berfireh ya derbarê avûhewayê de îro sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Ban Ki Moon lêkolîna li ser gazên ku zerarê didine avûhewayê ku ji wan re dibêjin gazên gulxaneyî eşkere kir. Ban Ki Moon got:

– Ev rapor sê peyamên girîng nîşanî me dide. Yek, tesîra mirovan ya li ser avûhewayê eşkere ye û ev tesîra xerab her zêdetir dibe. Didu, ji bo pêşlêgiortina encamên xerab divê em lezê bikin, gavên zû û bi biryar bavêjin. Sisê, rêbazên me yên pêşlêgirtinê û avakirina pêşerojeke xweştir hene.

Berya heft salan NY raporeke berfireh li ser rewşa avûhewayê weşandibû. Îsal sê raporên cuda hatine nivîsandin. Bi dehhezaran raporên lêkoleran yên van salên dawî niha li hev hatine civandin û xulsaya wan mîna 40 rûpel di panela NY ya li Peru de hate belav kirin.

Di raporê de weke nimûne tê nivîsandin ku ev 800 000 salin tu caran karbondîoksîda di atmosferê de ewqas zêde nebûye. Lêkoler dikarin vê yekê îsbat bikin. Karbondîoksîda zêde û gazên xerab yên gulxaneyî dikin ku temperatur bilind bibe. Ji wextê dinya hatiye afirandin heyama herî gerim bi qasî ku tê zanîn ev 30 salên dawî ne. Profesorê avûhewayê Markku Rummukainen derbarê tesîra vê guhertinê ya li ser behran wiha rave dike.

– Derya gerim dibin. Bi vê re qeşa dihele û ev jî dike ku sewiyeya ava behrê bilindtir dibe. Ji aliyekî din ve ji ber koldîoksîda zêde ava behrê tirş dibe.

Di panela avûhewayê de tê destnîşankirin ku ji bo rizgarkirina dinyayê ji vê pêşveçûna xerab, lazim e însan di nava 90 salên di pêşiya me de bi tevahî dev ji bikaranîna enerjiya fosîl ya mîna petrol û komirê berde. Û li gor raporê eger daxwaz hebe derfet û mecalên biserketinê hene.

Rapora 40 rûpelî ya ku bi zimanekî nisbeten hêsan hatiye nivîsandin ji aliyê rêxistinên jîngehê û NY ve mîna belgeya herî girîng ya vê dehsalê tê bi nav kirin. Bes tesbîta ku mirov tesîreke xerab li avûhewayê dikin ne nûçeyeke nû ye. Îcar gelo çima desthilatdar û birêvebirên dewletan, bi taybetî jî dewletên bihêz biryarên pêwist nasitînin? Johan Bergendolf rojnamevanê bernameya Klotet yê Radyoya Swêdê vê bi şêweyê jiyana me ya vî zemanî ve girê dide:

– Ev nêzîkê sed salî ye ku hewcedariya me ya bi petrol, komir û gazê pir zêde bûye. Em pê ve hatine girêdan. Di çandiniya xwarina em dixwin de gubre hatiye reşandin, terektorên bi mazot erd cot kirine, ava bîran hatiye bi kar anîn.
Em bi otomobîl, balafir û gemiyan rêwîtiyan dikin ku tev bi enerjiya fosîl dişuxilin. Ceryan û germa xaniyan piraniya caran bi vê enerjiyê tê hilberandin.
Di çêkirina xaniyan de em çemento bi kar tînin ku enerjiya fosîl lê tê xerc kirin. Yanî jîyana me însanan ser milê enerjiyê ye.

Ji bilî vê pêwistiya me ya bi enerjiyê Bergendolf herwiha destnîşan dike ku hem dewlet û hem jî şîrket hene ku feydeyeke mezin ji vê enerjiyê dibînin û ew naxwazin em dev jê berdin, yan jî kêmtir bi kar bînin.     

Ê naxwe wê çawa be? Mirov wê çawa karibin vê çerxa felekê biguherin? Li gor Johan Bergendolf tesîrên îro hene bêhtir demdirêjî ne, ji însan û sîyasetvanan re acîl nayên. Lê piştî 20-30 salî encamên pir xerab yên di cî de wê bidine der. Wek nimûne tebeqeya mijê ya qirêjî wê bibe sebeba nexweşî û mirina gelek însanan. Ev wê tesîrê li aboriya dewletên mîna Çîn û Amerîkayê bike û hingî ev ê tesîrê li dengdanê û hilbijartinan bike. Sîyasetvan wê mecbûr bimînin ku tedbîrên jîngehî bidine  pêş. Bi min ji niha de mirov îşaretên vê yekê dibîne.

Derbarê kombûna avûhewayê ya li Peru Bergendolf nebawere ku 190 dewletên NY bikaribin li hev werin û li gor nexşeriya hatiye pêşniyazkirin tev bigerin, lê ew hêvîdar e dewletên mezin bi dilxwazî hin gavan bavêjin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".