Foto: Janerik Henriksson/TT.

Çareya zarokên netebitî çî ye?

Zarokên netebitî
4:19 min

Tedbîrên demdirêjî ji bo zarok û ciwanên netebitî dikare feydeyeke mezin li civakê bike.

– Di destpêkê de ez biçekî hewayî bûm, min qîj mîj didan û guh nedida mamosteyan. Tim berevajî wan dikir. Piştre ji nişkê ve min dest bi zerardanê kir, henekê xwe bi xelkê kir, dest bi diziyê kir. Min dest bi wextderbaskirina li metroyan kir, cam û pencere şikandin.

Xwediyê van gotinan Andreas Nygren e. Li Swêdê mesrefeke zêde li zarok û ciwanên netebitî tê xerckirin û şaredarî tim di nav hewldanên peydakirina çareyan de ne. Lêkolîneke nû nîşan dide ku eger tedbîrên rast werine girtin hem êş û jana mirovî dikare kêmtir bibe hem jî barê civakê wê siviktir bibe. Anders Nygren hêj di dibistana bingehîn de riya xwe şaş dike. Îro ew dibêje xwezî civakê zûtir ez zemt bikirama.

Wextê ku dest bi van neqenciyan dike temenê Andreas 9-10 salî ye. Bi demê re asta neqenciyan her ku diçe bilindtir û cidîtir dibe heta ku ew dikeve bin çavan de.

Di jiyana xwe de cara pêşî di 17 saliya xwe de ji ber dizî lêxistinê ew dikeve nezaretê de. Erê ew cara pêşî bû, lê nebû cara dawî. Çend salan paşê ew cezayê hebsê dixwe û heşt zalan girtî di zindanê de dimîne.

Dema xerabiyên Andreas Nygren dest pê dikin şaredarî li girtina tedbîran digere. Wek nimûne hêj temenê wî nebûyî deh sal ew şeş dibistanan diguherîne.

Lêkolîna ku Zanîngeha Uppsalayê bi şîrketa sîgortayê Skandia re kiriye nîşan dide ku mesrefa tedbîrên bi vî rengî ji bo civakê pir zêde ne. Li vira em mexdûriyeta însanî dideynin aliyekî û tenê li ser mesrefa madî radiwestin.

Lêkolîna Zanîngeha Uppsalayê nîşan dide ku eger ji dêla tedbîrên demkî, çareyên demdirêjî xistibane dewrê di nava 15 salan de ji bo her kronekî heft-heşt kron dê bihatana hilanîn. Gerekbû hêj zû alîkariya dêûbavên zarokên netebitî were kirin bê ew çawa nêzîkî zarokên xwe bibin. Anna Sarkadi li Zanîngeha Uppsalayê doçent e:

– Eger mirov bikaribe zû zarokê ji riya şaş derîne, hêj di sala yekem de mirov di feydê de ye. Ji ber ku hingî mirov pêşiya hin zerarên din ku netebitîbûn dibe sebeb dikare bigre.

Zarokên ku di destpêkê de dikevine riyê xelet de û neqenciyan dikin paşê di jiyana kar de jî astengî ji wan re der dikevin. Gelek caran jî ev kes bi pirsgirêkên rûhî û civakî re rû bi rû dimînin. Andreas Nygren dibêje zaroktiya wî kiriye ku hem wî hem jî nasên wî gelek jan û êş kişandine. Vê tecrûbeyê îro ew bi ciwanên din re parve dike da ku xwe ji alkohol û narkotîkê dûr bêxin.

– Wextê ku ez girtî bûm çavê malbatê tev li min bû û ew jî ketine nav pirsgirêkan de bê ku haya min ji wan hebe. Wek xizim mirov zêde mexdûr dibe, ji kul û derdan re sînor namînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".