Erbey di bihara 2014ê de ji zindanê derket. wêne: pen International

Xelata Tucholsky diçe ji Erbey re

PENa Swêdê xelata Tucholsky ya 2014ê dide nivîskar û parêzerê kurd Muharrem Erbey.

PENa Swêdê di malpera xwe de weke sebeba dana xelatê derbarê Erbey de wiha nivîsandiye: ”Wî bi ziman û xebatên civakî, bi riyên aştiyane ziman û mafê çandî yê kêmayiyan parastiye”.

Muharrem Erbey yê ji bakurê Kurdistanê bi salane ku bi riya Rêxistina Mafê Mirovan (IHD) alîkariya hiqûqî dide mexdûran. Xebateke wî ya din ew e ku kitêbên bi kurdî bigihîjin girtiyên di zinandan de.

Erbey di dawiya 2009ê de digel bi sedan siyasetmedar û xebatkarên çandî hate girtin û çar salan di zindanê de ma. Yek ji tawanbariyên ku dikirne stû de ew bû ku wî di axavtineke xwe ya di parlemana Swêdê de ”îftira” li dewleta Tirkî kiribû. PENa Swêdê di sala 2010ê de Erbey mîna endamê rûmetê hilbijart.

Ji sala 1985ê ve her sal xelata Tucholsky ya azadiya xweîfadekirinê tê dayin. Berya niha du kurdan helbestvan Şêrko Bêkes (1988) û rommanivîs Selîm Berekat (2000) ev xelat wergirtine.

Muharrem Erbey wê di 15ê mijdarê de li Stockholmê xelatê wergire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".