Tora Swêd-Kurdistanê ya di parlemanê de. Foto: privat

Sörenson seroka nû ya tora Swêd –Kurdistanê ye

Seroka nû ya tora Swêd-Kurdistanê li parlemana Swêdê Anna-Lena Sörenson e. Serokê berê Fredrik Malm mîna cîgir dimîne.

Sörenson parlamentera Sosyaldemokratan ya ji herêma Östergötland e û di desteya S ya sîyaseta derve de cîgira serokê grûpê ye.

Serokê berê yê tora Swêd-Kurdistanê Fredrik Malm yê ji Partiya Jîngehê mîna cîgirê Sörenson dimîne.

Ji bilî SD ji hemû partiyên parlemana Swêdê nûner di tora Swêd-Kurdistanê de hene.

Di rojên nêz de hevpeyvîneke berfireh ya bi Sörenson re em ê biweşînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".