Luxembourg Leaks. Bild: Tim Meko / Shutterstock

1 500 mîlyar kron ji dewletê veşartin

Buhişta bacê - Luksemburg
6:11 min

Meqamê bacê yê Luksemburg destek daye bi sedan şîrketên mezin bê çawa ew bac û zekatê kêm bidin. Vê yekê bi hezaran belgeyên ku îro hatine weşandin nîşan didin. Di nav şîrketan de şîrketên mezin yên Swêdê jî hene.

Ji berê de dihate îdia kirin ku Luksemburg buhişta bac û zikatê ye. Lê bi van belgeyên ku hatine eşkerekirin re, dibêje profesor Roger Persson-Österman, delîlên vê yekê jî êdî hatine raxistin. 

Meqamê bacê yê Luksemburg destek daye bi sedan şîrketên mezin bê çawa ew bac û zikatê kêm bidin. Vê yekê bi hezaran belgeyên ku îro hatine weşandin nîşan didin. Di nav şîrketan de şîrketên mezin yên Swêdê jî hene. Û em ne behsa qirûşekî-duyan dikin, baca ku gereke şîrketan bidane û di van belgeyan de diyar dibe zêdetir ji 1500 mîlyar kron e.

Toreke rojnamevanan ya navneteweyî ya bi navê ICIJ belgeyên Luksemburgê bi dest xistine û ew gihandine destên bi dehan navendên nûçeyan li YE kirine. Ji Swêdê nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê li belgeyan nêrî ye. 

Ji belgeyan diyar dibe ku şîrketên swêdî yên mezin, mîna IKEA, EQT, IK Altor, û Nordic Capital jî di nav de 340 şîrketan ji bo ku bacê kêmtir bidin pereyên xwe li Luksemburg bi kar anîne.  

EQT û IK heta niha nexwestine bersiva tu pirsan bidin. Lê şefê maliyê yê Nordic Capital Klas Tikkanen înkar nake ku wan bi saya Luksemburg berê kêmtir bac didan.

– Erê, tu rast dibêjî. Tu zanê ev belge ne nû ne. Berê hin şîrketên li Swêdê bi vê riyê kêmtir bac didan. Lê em bi xwe hew vêya dikin. 

Sebeba ku Nordic Capital bi xwe êdî vêya nake  ew e ku ji 2009ê ve du caran qanûna bacê hatiye jidandin û êdî zehmettir e mirov mîna berê tevbigere. Piraniya 28 000 belgeyên ji Daîreya Bacê ya Luksemburg yên salên navbera 2008-2010ê ne.  

Pilan ji aliyê buroyeke mihasebeyê ve hatiye danîn û ji bo pejirandinê ew ji şefê yekîneya şeşê ya Daîreya Bacê ya Luksemburg re hatine şandin.

Klas Tikkanen ji Nordic Capital dibêje sebeba ku gelek şîrket Luksemburg hildibijêrin ew e ku daîreya wan ya bacê sozên pêşwext dide şîrketan ku xwedanê wan wê du caran  neyêne bac dan.

– Hem em hem jî sermayedarên me em hez ji pêşbîniyê dikin, em bizanibin bê di dawiyê de em ê çiqasî bidin. Û Luksemburg hêj di serî de peyameke zelal dide û mirov ji %100 dizane wê çawa be.
Bi vî rengî carna qet nepêwist e mirov bacê bide Luksemburg. Baca şîrketê tê dayin, mesrefên civakî li Swêdê têne dayin û sermayedar jî gereke li welatê lê bacê bide. Lê di navberê de ji bacdana ducarî xelas dibe.

Serokwezîrê Luksemburgê yê wan salan Jean-Claude Juncker halê hazir serokê komîsyona YE ye. Îcar niha ji parlamenterên cuda yên yêkîtiyê deng bilind dibin ku Juncher îfadeyê bide û li gor hin siyasetmedaran eger haya Juncher ji vê meseleyê hebe divê ew ji karê xwe yê îro were dûrxistin. 

Berya niha jî gelek caran li ser rolê Luksermburg di kêmkirina bacê de dihate guftugo kirin, lê tu caran di çapemeniyê de vê ewqas cî negirtibû. Li gor parlamenterê sosyaldemokrat yê YE Ulle Ludvigsson pir baş e ku medya vêga behsa meselê dike û ev wê bike ku siyasetmedar karibin bêhtir gavan bavêjin. Û ew heyfa xwe bi milyarên ku bi vî rengî winda dibin tîne. 

– Helbet ev tişt nayê qebûlkirin. Li gor hesabê ku hatiye kirin salê derdorê 9 000 mîlyar kron yan ji ber sixtekariyên nedana bacê yan jî pilankirina ji bo nedanê winda dibin. Ev pere eger çûbane ji refah û peydakirina kar re encameke din derdiket. 

Pilana bacê ku ev şirketên mezin dikin û bi milyaran bacê nadin ne binpêkirina qanûnê ye, lê di qanûnê de valahiya dibînin, wê bi kar tînin. Ji bo pêşlêgirtina vêya hin dewletên mîna Swêd di van salên dawî de hin tedbîr girtine û YE jî ev çend sal in hin hewldanan dike da pêşiya karên wiha bigre, wek nimûne raporkirina mecbûrî ya navbera şîrketan û daîreyên bacê yên dewletên cuda divê agahiyan ji hev re bişînin. Lê xuya ye ev qanûn û qaîde ne kafî ne û sîyasetmedarê Sosyaldemokrat Ludvigsson dibêje divê hem YE hem jî dewletên OECD tedbîran bijidîne.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".