Balafirên Amerîkî yên şer bombebaran dike. Wêne: TT

Sê Swêdîyên Daîşî hatin kuştin

Sê çekdarên Daîşên yên Swêdî di şerê li Kobanê de mirin. Ev yek li gor rojnameya Expressen ku agahî ji kesekê niha bi Daîşê şer dike girtiye.

Yek ji van ji Stockholmê û du jî ji bajare Göteborgê ne, hemû ji Somalî ne û ji aliyê bombebarana balafirên şer ên Amarîkî ve roja înê hatine kuştin.

Yê ji Stockholmê, li Kobanê di enîyê de nobedar bû dema hat kuştin. Yek ji çekdaran dibêje, balafirên amîrîkî hinek ji birayên me bombe kirin û ew jî çû ciyê buyerê û bixwe hat kuştin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".