Wêneyê arşîvê: Mattias Karlsson li Veberöd, Skåne. Wêne: Erland Vib

Ji serokatiya Karlsson re hê zûye

Pirsa wê serokê partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesson kengê vegere ser kar di dawiya hefteyê de ket rojevê.

Di hevpeyvîneke rojnameya Dagens Nyheter de serokê demî yê niha Mattias Karlsson dibêje ewê bifikire eger pirsa ku ew bibe serokê partiyê jê were kirin.

Lê piştî ku di derbarê vê de gelek spekulasyon hatin kirin wî ji radyoya Swêdê, Ekot re got ku ew tenê sadiqê partiya xwe ye û tiştê ji wî tê xwestin bi cîh tîne.

Ew dibêje; Na têr nake. Ez bawer dikim ku wê Jimmie Åkesson vegre ser karê xwe. Wî ji min re ûsa gotiye û daxawaza wî jî ewe.

Fikra min herdem ew buye ku heta ez di nav partiyê de kar bikin erka mine ku tiştê partî ji min buxwaze ez bi cih binim, eger bê dilê min be jî.

Serokê partiya Demokratên Swêdê Jimmie Åkesen ji nivê meha cotmehê ve ji ber helakbunê nexweş e û ew ji kar durketiye. Wê kengê vegere ser kar nediyar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".