Keştî bê destûr ketiye ava Swêd

Hêza parastinê ya Swedê niha hinek din jî bawer e ku keştiya binavê ya ku li derdorê Stockholmê di cotmehê de hat ditîn keştiyek binavê ya ku sînor derbaskirî bû ye. Yanê bê destûr hatiye nav ava Swêdê. Ev yek li gor çavkaniyên vê buyerê dişopînin ku ji rojnameya Svenska Dagbladet re axivîne.

Gelek nîşane hene ku keştiyek bicûk li herêmê peyde buye. Analîza hêza parastinê wê di demek kurt de were xelaskirin. Wê ev yek berê bi hukumetê re were parvekirin û piştre ji komîsyona parlamentoyê re were pêşkêşkirin. Piştre wê biryar were dayin ka çiqas ji van agahiyan dikare were eşkerekirin.

Îro, duşemê li derdorê Stockholmê temrînek mezintir a leşkerî bi beşdarûna hêza parastinê ya deryayî û liqa deryayî tê kirin, li hember eger êrişek rû bide.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".