Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Dîaspora kurd alîkarî rê dike yêzîdîyên Şengalê

Hat weşandin måndag 10 november 2014 kl 15.13
Hevpeyvîn: Zeynep Kavak
13 min
1 av 4
Sosyonom Zeynep Kavak duh ji cem penaberên yêzêdî yên li Zaxoyê vegerîya Swêdê. Di hevpeyvînek de bi Zana Schiroyi re. Wêne: Shaho Mwany.
2 av 4
Zeynep Kavak ji Kurdish Diaspora. Wêne: Shaho Mwany.
3 av 4
Wêne: Shaho Mwany.
4 av 4
Zeynep Kavak. Wêne: Shaho Mwany.

Kurdish Diaspora komeleyek li Swêdê ye ku bi armanca alîkarîya penaberên li Kurdistanê xebatê dimeşîne. Zeynep Kavak duh ji kampa Zaxoyê ya penaberên yêzîdî vegerîya Swêdê.

Zeynep Kavak bi xwe sosyonom e û endam Kurdish Diasporayê ye. Komelê di halî hazir de sê beş ava kirine û li başûrê Kurdistanê xizmetê didin penaberê yêzîdî yên ji Şengalê revîyan e. Beşek li ser pirsgirêkên zarokan kar dike, beşeke din ji doktor û xebatkarên tendrûstîyê pêk tê. Lê beşeke sêyemîn jî ji psîkolog û terapevtan pêk tê. Zeynep Kavak dibêje wê bêtir bala xwe da ser wan jinan ku li cem wan serpêhatîyên giran hene. Piranîya wan jinan zilam û zarok, xizm û mirovên xwe di êrîşa Daîşê de wenda kirin e. Lê Zeynep Kavakê her weha bi keçeke penaber ya ku ji alîyê Daîşê ve hatibû revandin û pişt re xilas bûye re jî axivîye û behsa serpêhatîyên xwe yên hevdîtina bi wê re dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".