Wêne: Johan Nilsson/TT

Gahrton û Amin: Bila mora terorîstiyê li ser PKKê rabe

Per Gahrton û Jabar Amin di rojnameya Svenska Dagbladet de dinivîsînin ku divê mora terorîstiyê li ser rêxistina kurd Partiya Karkerên Kurdistanê, PKK were rakirin.

Hukumeta Swêdê jî berê demeke kin daxuyanî dabû ku ewê qanûneke nû ku beşbarbûna kesan a nav rêxistinên ji aliyê FN, Neteweyên Yekgirtî  ve wek terorîst hatine qebûlkirin were qedexekirin têkin meriyetê.

Ev tê wateya kurdên ku ji Swêd diçin Rojhilata Navîn û tevlî PKK dibin ji bo li hember Daîşê têkoşîn bikin dikarin werin ceza kirin. Ev yek ne maqûl e, dibêje Gahrton û Amin. Loma divê hukumet bi awayekî çalak mora terorîstiya li ser PKKê rake.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".