Zlatan Ibrahimovic och Helena Seger. Foto: Anders Wiklund/TT
1 av 2
Zlatan û Helena Seger. Wêne: Anders Wiklund/TT
Zlatan Ibrahimovic och Lotta Schelin. Foto: TT
2 av 2
Zlatan Ibrahimovic û Lotta Schelin. Wêne: TT

Zlatan dîsa golek zêr avêt

Di galaya mezin a Futbolê ya li Stockholmê ku êvara dûşemê li dar ketin de, weke ku dihat payîn Zlatan Îbrahimovic dîsa xelata Topa Zêr girt.

Ev cara 9 emîn ne ku Zilatan layiqê vê xelatê tê dîtin. Ev xelat ji bo lîstikvanê mêr yê herî baş ê sala par tê dayîn.

Zlatan Ibrahimovic kaptanê tîpa netewî ye û rojane jî li tîpa Parîs-SG  de dilîze.

Xelata Topa Elmasê dîsa çû ji lîstikvana jin, Lotta Schelin ku ew jî cara 5 emîne vê xelatê digre. Ew jî rojane bi awayekî profesyonell li Fransa lê di tîpa Lyon de dilîze.

Di şahîya futbolê de, du futbolîstên bi nav û deng ku mirine. Klas Ingessom ku di tîpa brons a şanpiyonîya Cîhanê de li Amerîka sala 1994 dilîst û antrenorê Elfsborg û Brommapojkarna, Pontus Segerström hatin bibîranîn.

Herduyan jî di encama nexweşiya kansêrê de jiyana xwe ji dest dan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".