Tenduristiya ciwanan xerab e

Swêdî li gor ciwanên ku li welatên sîstema refahê lê xurte xerabtir e, vê yekê gelek lêkolînên ku hatine kirin nîşan didin. Li gor lêkolînên nû yê bîroya statîstikê ya nevendî, rewşa derûniya xerab a di nav ciwanên 16 ta 24 salî de li gor sedsala 90î ji du qatî zêdir buye.

Û li gor Sven Brember li Enstîtuya Karolînska ku doçente yek i sebeban ewe ku gelek zahmete ciwan têkevin nav bazara kar eger  xwendina xwe temam nekiribin.

Ew dibêje, niha li piraniya Ewropayê hemû kar, xwendina bilind duxwaze û ev yek li Swêd jî gelek li pêş e û li gor baweriya min ev yek rewaşa ciwanan aloztir dike û ew nikarin li gor pêwist têkevin nav bazara kar eger xwendina wan a bilind kêm be. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".