Maddeya Spice.
Wêne: Skoob Salihi/Radyoya Swêdê

42 madde dibin narkotîka

Dezgeha tendirustiya gel, Folkhälsomyndigheten duxwaze ku 42 madde wek narkotîka anjî maddeyên jahrî ku ji bo tenduristiyê xeter in werin binavkirin.

Yek ji wan maddeya hişbir a bi nave spice e ku buye sebaba neçê bikaranîn û gelek mirinên di vê dema dawî de rûdane.

Anders Persson, li Dezgeha tendirustiya gel lêkoler e û hêvî dike ku binavkirina van maddeyan bibe astengî ji bo bi asanî peydekirina narkotika ya spicê.

Biryara kijan madde wek narkotîka werin pejirandin hukumet dide, lê berê ku hukumet bikaribe tu biryaran bidin divê li bedî destûra Meqamê Bazirganiya, Komîsyona Yekitiya Ewropa bisekine.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".