Wêne: Anna Lyrenäs/Sveriges radio.
Per Gharton (MP), endamê berê yê Parlamentoya Ewrûpayê. Wêne: Anna Lyrenäs/Sveriges radio.

"Mora terorê ji ser PKK rakin"

"PKK li hemberî Daîş hêzeke efektîf e"
5:16 min

Per Gharton, sîyasetmedarê berê yê Partîya Jîngehê ya Kesk, dibêje Swêd dikare rolek însîyatîfgir ya wekî di mesela naskirina dewleta Filistînê de bilîze û ji bo rakirina mora terorîzmê ji ser PKK li Yekîtîya Ewrûpayê xebatek aktîf bimeşîne.

Per Gharton dibêje heger Swêd însîyatîf bigire hîn welatên din jî hene ku dixwazin ev mor ji ser PKK rabe û ew dikarin bidin dû Swêdê. Bi ya Gharton welatên li başûrê Ewrûpa û Skandînavî dikarin ji rakirin mora terorîzmê li qada Yekîtîya Ewrûpayê de pêşengîyê bikin.

Sebebê banga kevnesîyasetvanê partîya kesk Per Gharton ew e ku wezîrê edaletê Morgan Johansson dibêje ew lê dikole ku tevlîbûna şerê rêxistinên terorîstî qedexe bike. Per Gharton û Jabbar Amin di rojnama Svenska dagbladet de îro dinivîsînin ku her çendî nîyeta qanûnek bi vî rengî rêxistinên terorîstî yên îslamî yên wekî Daîşê be jî ev qanûn her weha dikare kesên dixwazin tevlî rêxistinên wekî Partîya Karkerên Kurdistanê PKK bibin jî mexdûr bike, ji ber ku qanûn gîştî ne û mirov nikare wan li ser hinek rêxistina ferz bike û hinekê din neke dibêje Per Gharton.

Lê sebebê sereke ku Per Gharton ji bo rakirina mora terorê ya li ser PKKê di de pêş ew e ku bi ya wî ev partî tevî ku rêxistineke radîkal ya sosyalîst e gelek nirxên bingehîn yên rojavayî ji xwe re esas digire. Weke yeksanîya jin û zilaman, naskirin û parastina mafê kêmenetewan, xwestina sîstemeke demokratîk û berî her tiştî karakterê wê yê laîq, yanî sekûler. Me vî yekî di serdana xwe ya ji bo Qendîlê de dît dibêje Per Gharton û behs dike ku ew û Jabbar Amîn sala çûyî çûne serdana Qendîlê ku bîryargeha navendî ya PKKê li wir e û wan li wir bi nûnereke jin ya PKKyî re hevdîtinek pêk anîne.

Per Gharton û Jabbar Amin di rojnama Svenska Dagbladet de dinivîsînin ku hêza bi tenê ya li rojhilata navîn ku karibe li hemberî rêxistina Dewleta Îslamî Daîşê rawest e PKK ye. Gharton û Amin dibêjin PKK di vê dema kin de nîşan daye ku ew hêzeke gelekî effektîf ya leşkerî ne û sîyaseta herî rast jî ew e ku mirov piştgirîyê bide rêxistineke ser erdê ya wekî PKK di şûna ku amerîkî û înglîz leşkerên xwe bişînin herêmê û pirsgirêkên nû derxînin. Û Gharton tîne bîra xwe ku dema wan bi reberên PKKê re salekî berê li Qendîlê hevdîtin pêk anîn wan bibîryarbûneke xurt li cem wan dîtin li hembêrî  rêxistinên îslamî yên wekî Daîşê.

Per Gharton her weha di wê bawerîyê de ye jî ku rakirina mora terorîzmê li ser PKKê her çendî dikare Tirkiyê gelekî bi hêrs bike jî dê her weha ji bo prosesa aşîtîyê jî roleke erênî bilîze, lê di heman demê de gereke Yekîtîya Ewrûpa jî rêya endametîyê ji Tirkiyê re veke. Bi ya Gharton rêberên PKKê yên li Qendîlê bi rastî jî aşîtî dixwazin – û amade ne muzakere û lihevhatinek pêk bînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".