Wêne: Janerik Henriksson
Wêne: Janerik Henriksson

Volvo înkar dike

Volvo nûçeya rojnameya Dangens Industri ku îdda dike wê Volvo piştî reformeke mezin a tasarufê 3000 karmendan ji kar derxine înkar dike.

Berdevka çapaminiya Volvoyê, Kina Wileke ji P4, Göteborg re dibêje ku ji bo tesarûfê ew niha li ser beşên  makîneyên tesîsan, produksiyona kamyonan û Volvo IT kar dikin. Ev xebat wê di serê salê de were temamkirin.

Kina Wileke dibêje ku, fikrên ku em bikaribin mesrefan kêm bikin hene lê di derbarê wê çend karmend ji kar werin derxistin tu biryar nehatiyedayîn. Kêmkirna mesrefê ya li Volvo dibe Global e, yanê tenê ji bo Swêdê nîne.

Kêmkirina mesrefan di encama rapora bi qasî 3.5 miljar kron ku serokê komşîrketên Volvo, Olof Persson

di cotmehê de pêşkêşkir de ket rojevê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".