Wêne: Drago Prvulovic/TT
Wêne: Drago Prvulovic/TT

Dozên zarokên penaber dirêj dajon

Biryarên Dozên Daîreya Koçê yên zarokên bê dê û bav tên Swêdê pir dirêj dajon.

Hukumetê wek armanc ji bo van dozan re du meh wext daye, lê li gor rapora Ekot ev yek bi giştî di navbera 3 ta 5 mehan wext digre.

Ev demek gelek dirêje dibêje, Serokê giştî yê, Rêxistina Mafê zarokan, Rädda Barnen Elisabeth Dahlin.

 Ew dibêje, ji bo zarokekî ev demek pir dirêje. Ev li bedê mayina ku mirov nizane di pêşerojê de çi dibe. 5-6 med li benda tiştekî mayin di jiyana zarokan de wextek pir dirêje. Ev yek, gelek stressê, endîşe û tirsê çêdike.

Victoria Bäckström, sereka dadgeha destpêkê ye li birêveberiya dadê ya Luleå. Ew dibêje sebeba sereka ya ku ev dozana li Luleå pir wext digrin nebûna karmendane.

Ewjî weha dibêje:

-Di derbarê wê çend zarokên bi tenê werin Luleå hesabek hat kirin dema ku Dozgeriya Daîreya Koçê li vir dest bi kar kir, lê piştre diyar bû ku hesab rast nîne. Bi demê re me dît ku me kêm karmend girtine kar.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".