Bazara xaniyan ji ciwan re teng dibe

Ji bo ciwanan zahmetir dibe ku têkevin nav bazara xaniyan piştî ku Çavdêriya Darayî biryara dayina texsîdên deynê bankeyan bû biryar.  Ev biryar wê ji sala were ve bikeve meriyetê. Gelek pispor dibêjin ku ev yek dikare zahmetiyan ji bo ciwana derxine.

Stellan Lundström li Kungliga Högskolan profesorê aboriya xaniyan e û ew weha dibêje:

-Divê xelk li gor berê zêdetir pere bidin hev heta bikaribin xanî bikirin û ev yek taybet tesîrê li ciwanan dike, ji xwe armancî ev e.

Stellan Lundström ji bernameya Ekot re dibêje ku ev biryara Çavdêriya Darayî dîsa jî xerab nîne, hevîdarim bilindbûna fiyetê xaniyan were sekinandin û bi vî awayî rê li ber zêde bilindbûna qîmeta xaniyan were girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".