Kêm kes duxwazin mamostetî bikin

Kêm mamoste duxwazin ku heta teqawît bibin wek mamoste kar bikin. Vê yekê lêkolînek ku ji aliyê Yekitiya Mamosteyan ve hatiye kirin eşkere dike. Di lêkolîna hatiye kirin de 1000 kes beşdarbune û ji sêya yek bersîva ku wê di pêşerojê de wek mamoste kar nekin dane.

Mamosteyên di bin 40 salî re yê herî zêde bê xwestekbûn ku heta teqawitiyê karê mamostetiyê berdewam bikin. Bi qasî nîvê wan hemuyan bersiva ku ew bawer nakin heta wê demê wek mamoste bixebitin dane.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".