Ett halvt färdigbyggt lägenhetshus.
Foto: TT

Şîrketên xaniyan cûda difikirin

ya dayina texsêdên deynê bankayê ya ji bo kirîna xaniyan ji desî 50 were dayîn tesîrk xerab li bazara avakirna xaniyên nû dike, ev yek li gor Sanaiya Avakirina Xaniyan a Swêdê.

Dîrektorê şîketa avakirina xaniyan Veidekkes Lennart Weiss bawer dike ku şertê dayina texsîdan ya deynê xaniyan wê bibe sebeba ku kêmkir xanî werin avakirin.

Ew dibêje, ev yek li gor taleb tê kirin û taleb jî pirsek abori ye. Encama vê yekê jî ew ku

wê kêmtir kes daxwaza xaniyên kirinê bikin û ev yek jî wê bibe sebeba ku ji aliyê cografî ve wê ciyê em lê xaniyan avabikin tenir bibe.

Lê hemû şîrketên avakirina xaniyan nafikirin ku tesîrek xerab, bi texsîdan dayina deynê xaniyan a ji sedî 50 li bazara avakirina xaniyan dibe.

NCC û Riksbyggen difikirin ku başe gel deynê xwe bidin, lê di heman demê de jî bi nav dikin ku ev yek beyîku astengî ji bo ketina ciwanan an jî bêkaran a nav bazara xaniyan çêke.

Serokê şîrketa avakirina xaniyan a JM, Johan Skoglund  jî dibêje ku ev peşniyar dibe sebaba ku kes nikarin bi azadî malên xwe bar bikin û encamê vê jî ewe ku piyaseya xanî kêmtir bi hereket dibe. Lê derî vê yekê ew tu sebeb din ên negatîv nabîne.

Johan Skoglund dibêje, dema em hesabê vê yekê yê aborî dikin em ferqek  mehê ya bi qasî 2-3 hezaran dibînin û em bawer dikin ku piraniya kesan dikarin vê xercê bidin. Eger em paşde vegerin û li dîrokê binêrin, 15 sal berê herkesî mehane texsîdên deynê xwe dida, lê di van salên dawê de ev yek nedihat kirin, edî dem hatiye ku mirov careke din çanda deynê xwe hinek zutir bide bi cih bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".