Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Qanûn guherî lê hîna jî zarok ji Swêdê dikin der

Hat weşandin torsdag 13 november 2014 kl 15.14
Zarokên nexweş ji sînor dikin der
(3:58 min)
Maja Susslin/TT
Guhertina qanûnê sînorderkirina zarokan kêmtir nekir. Wêne: Maja Susslin/TT .

Hikûmetê vê havînê qanûn guhertin ji bo zarokên penaxwazan ku hînî jîyana Swêdê bûne yan jî nexweşîyek wan a giran heye li vir bimînin – lê di pratîkê de tu xêra vê qanûnê tune bûye.

Zarokên li Swêdê hatine dinê yan jî li vir mezin bûne her bi berdewamî ji sînor der dikin û dişînin welatê dê û bavê wan. Vaya tevî ku qanûn vê havînê hat guhertin ji bo ku derfetê bide hejmarek zêdetir zarokan ku li Swêdê bimînin.

Lê guhertina vê qanûnê di pratîkê de tu guhertinek bi xwe re neanîye, bi ya Nadia Hatem ku parêzera çend zarokên penaxwaz e û ew gelekî aciz e:

Bi ya Nadia Matem zarokên hatine temenê dibistan yan jî pêş dibistanê gerek e mafê rûniştina li Swêdê wergirin.

Dema formulekirina paragrafa qanûnê ”rewşên bi awayeke dîyar hessas” bi formulekirinan nû ”rewşên bi taybetî hessas” re hat guhertin nîyet ew bû ku hejmarek bêtir zarokên ku fêrî dibistan û pêşdibistanên swêdî bûne yan jî zarokên bi nexweşîyên giran karibin li Swêdê bimînin.

Lê gelek parêzerên van zarokan dibêjin ev guhertin di jîyana rojane de pêk nehatîye. Û Nadia Hatem dibêje zarokekî şeş salî ya bi nexweşîyeke giran û keçeke heşt salî ku herdû jî li Swêdê hatibûn dinê biryara sînorderkirinê wergirtine.

Ev keçik dê niha dîsa neçar be weka kesekî bê kaxiz xwe veşêre. Ew tevahîya jîyana xwe bê kazix bû û ji bilî Swêdê tu welatekî din ku nas bike û vegere wê tune ye.

Carl Bexelius, wekîlê cîgirê şefê karûbarên hiqûqî li Daîreya mihacirîyê ya gîştî ye. Ew dibêje gereke guhertina qanûnê mafê rûniştinê bide bêtir zarokên ku hînê jîyana li Swêdê bûne yan jî nexweşîyeke wan ya giran heye. Lê zayîna li Swêdê bi serê xwe mebesteke têra xwe xurt nîn e.

Guhertina qanûnê li hevhatinek sîyasî ya navbera hevgirtina hikûmeta bûrjûwa û Partîya Jîngehê bû. Dema qanûn hat guhertin hêvîyeke mezin hebû. Berdevkê partîya jîngehê Gustav Fridolin ji rojnama Dagens Nyheter re gotibû ev guhertin dê ji bo gelek zarokan û malbatên wan dê bibe guhertineke gelekî ciddî. Her weha li cem rêxistina mafên zarokan Rädda Barnen jî hêvîyên mezin hebû ku bêtir zarokên hînî Swêdê bûne karibin li vir bimînin. Lê berpirsa pirsên penaberî û entegrasyonê Mikaela Hagan gelekî xemgïn e ku ka gelo dê ev guhertin di jîyana zarokan de ferqek pêk bîne yan na.

Daîreya mihacirîyê ya gîştî nikare bibêje ka dê guhertina qanûnan bandorek çawa li ser biryarên wan bike. Qanûn, di meha tîrmehê de, yanî çar meh berê hat guhertin. Bi ya daîreyê mirov nikare bibîne ka çend kesan ji ber guhertina vê paragrafa qanûnê mafê rûniştina li Swêdê wergirtine. Hem berya tîrmehê û hem jî piştî wê mehane 120 zarok mafê rûniştinê wergirtine. Û parêzer Nadia Hatem jî dibêje, tevî ku wê ji meqamên dewletê re guhertina qanûnê îşaret kirîye jî hetanî niha tu biryarek li ser bingehê paragrafa nû nehatîye dayîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".