Wêne: Maja Torres Madzar
Wêne: Maja Torres Madzar

Diyariya Noelê ji Surî re

Rêxistina alîkarîya însanî Xaça Sor a swêdî ”paketeke xwarinê ji bo Sûrîyê” weke dîyarîya noelê ya salê pêşnîyaz dike.

Vê agahîyê Ajansa Nûçeyan hinek berê ragihand.

Di halê normal de dezgeha ku dîyarîya noelê ya salê xûya dike Enstîtûya Lêkolîna Bazarê ye. Û gelek caran ev dîyarî hacetekê ye ku gelek kes weke dîyarî dikire. Lê Xaça Sor di wê bawerîyê de ye ku mirov ”dîyarîya noelê ya salê” bixe şiklê alîkarîyê ku ev biçe ji xelkê Sûrîyê yê di şerekî giran re derbas dibe.

Pêşnîyaz ji alîyê rêxistina alîkarîya Action Aid ve jî tê destekkirin.

Xelata noelê ya salane di 25 mijdarê de tê xûya kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".