Pêşlêkolîn di derbarê bertîlxwarinê tê kirin

Dê pêşlêkolînek di derbarê xwarinên noelê de ku Komeleya  Komposîtorên Swêdê, Föreningen Svenska Tonsättare, dabûn karmendên Daîreyên Fermî yên ku alîkariya aborî didin muzîkjenan were kirin.

Biryar piştî bernameya di P1 a Radyoya Swêdê ya bi navê kaliber ku vê hefteyê di derbarê, ev xwarinên noelê bi têta bertîldayinê hatine pêşkêşkirin hat dayîn.

Serokdozger Alf Johanssonê li Yekîneya Giştî ya Têkoşîna Li Hember Bertîlxwariyê ji beşa nuçeyên çandî, Kulturnytt  re dibêje dê  pêşlêkolîn di derbarê şupheya ku bertîl hatiye dayîn û xwarinê were kirin.

Serokê Komeleya  Komposîtorên Swêdê Martin Q Larsson  ji kuturnytt re dibê ku ew biryarê bi kêfxweşî pêşwazî dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".