Tucholskypris, kurdisk, författare, människorättsaktivist.
Wergirê xelata Tucholsky yê 2014ê Muharrem Erbey. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Wergirê xelata Tucholsky kî ye?

Muharrem Erbey
6:46 min

Parêzerê mafê mirovan û nivîskar Muharrem Erbey di 2009ê de li parlemana Swêdê axavtinek kir. Li Tirkî ev axavtin li hemberî wî mîna delîla sûc hate bi kar anîn û çar sal û nîvan di zindanê de ma. 

Erbey niha dîsa li Swêdê ye û vê carê ji bo wergirtina xelata Tucholsky. Ew dîsa semîneran dide, axavtinan dike û di dawiya heftiyê de vedigere.

Wergirê xelata Tucholsky yê îsal parêzer û nivîskar Muharrem Erbey e ji bakurê Kurdistanê ji Amedê ye. Di salên 90î de, di temenekî ciwan de di ber xwendina parêzeriyê re ew dikeve nav xebatên kurdî yên sîyasî de û bi taybetî bi pirsên mafên mirovan re mijûl dibe. Dibe endamê Komeleya Mafê Mirovan û di sala 2009ê de dema tê girtin ew cîgirê serokê giştî ye û serokê komeleyê yê Amedê ye.

Ev demeke dirêje ku Erbey herwiha endamê rûmetê yên PENa Swêdê ye, wan doza wî ji nêz ve şopandine û Annika Tohr ji birêvebiriya PENê dibêje gava ew ji zindanê hate berdan êdî guman neman ku ew ê xelatê bidine wî.

Xelata Tucholsky ji aliyê komeleya nivîskaran, PENa Swêdê ve tê dayin. Ji 1985ê ve salê carekê ew vê xelatê didine nivîskar, wêjevanekî ku digel wêjeyê têkoşîna mafê mirovan jî dide û ji bo derbirîna azad dixebite. Helbestvan Şêrko Bêkes û romannivîs Selîm Berekat du kurdên din in ku berya niha ev xelat standine. 

Muharrem Erbey heta niha piranî li ser mafê zarokan nivîsandiye û nexasim bi nameyan xwestiyê dengê mexdûran bigihîne cîhanê. Heta niha du pirtûkên wî yên çîrokan hatine çap kirin, romaneke ku wî di zindanê de nivîsandiye jî li ber çapê ye.

Annika Tohr dibêje sebaba bingehîn ku xelat diçe ji Erbey re ne xebatên wî yên wêjeyî lê xwedîderketina li mafê mirovan e.

– Şertekî ji bo wergirtina xelata Tucholsky ew e ku mirov nivîskar be, lê ew ne ji bo kalîteyên nivîskariya payebilind tê dayin. Em li rewşa nivîskar, tade û zordariya lê tê kirin dinêrin. Helbet Erbey nivîskar e, lê ew bêhtir ji bo parastina mafê mirovan xelatê digre.

Kurdiya Muharrem Erbey xweş e, lê berhemên wî yên çapkirî û romana wî ya di rê de bi zimanê tirkî ne. Me jê pirsî bê sebeb çî ye. Ew vê yekê bi asîmîlasyonê ve girê dide û nimûneyan dide. Erbey dibêje cara pêşî wî kitêbeke kurdî dît ew li Swêdê hatibû çap kirin û xebatên kurdî yên li Swêdê bi Radyoya Êrîvanê re dide ber hev.

Cara dawî ew ji Swêdê vegeriya çar sal û nîvan di zindanê de ma. Axavtin û hevdîtinên wî yên li Swêdê jî li hemberî wî mîna delîl hatine bi kar anîn. Lê niha Erbey dîsa li vira ye. Duh piştî hevpeyvîna me ew yekser çû ABF ji bo beşdariya semînerekê, îro dîsa li heman cihî di semînereke din de ew ê biaxive, serdana parlemanê kiriye, sibê wê xelatê wergire û dusibe vedigere Tirkî. Hikûmeta Tirkî jî vê pêlê car din behsa jidandina hin qanûnan dike û Erbey dibêje xeter heye ku ew û hevalên wî car din bîne girtin.


BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".