Li ser penaberan nîqaş bû

Îro hukumetê di debrabê dabeşkirina penaberan a di navbera şaredariyan de çawa were kirin bi hevbendiya burjûwa û partiya çep re nîqaş kirin.

Tu pêşniyarên berbiçav ji vê civînê derneketin, lê Wezirê Penaberan Morgan Johansson dîsa jî nîqaşê bi feyde dibîne.

Berdevka siyasi ya penaberiyê ya Moderatan Elisabeth Svantesson jî civînê baş dibîne û ew dibêje ku divê hukumet niha berê hertiştî bi şaredariyan re bipeyive.

Tê payîn ku sala were 95 000 kes li Swêd penaberiyê buxwazin û li şaredariyan jî cih nîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".