Federasyona îslamî li Swêdê weke terorîst hat morkirin

Swêd tu tedbîran li hemberî Federasyona îslamî li Swêdê nagire e, ya ku Emîratên Ereb yên Yekgirtî wê weke terorîst mor kirîye. 

– Ev morkirin tişteke bê mantiqî ye, dibêje Mahmut Khalfi ku îmam û berdevkê pirsên olî yê Federasyona îslamî ye. Ev welat fam nake ka morkirina rêxistinek weke terorîst gavekê çiqas cidî ye, dibêje Khalfi ji ajansa nûçeyan TT re.

Roja şemîyê Emîratên Ereb yên Yekgirtî 80 rêxistinan di lîsteyeke fermî de weke terorîst mor kiribûn.

Li kêleka Dewleta îslamî, DAÎŞ, û Cepheya Nusrayê de her weha rêxistina Îxwanên Muslimîn jî heye.

Û sirf ji ber ku Federasyona îslamî ya li Swêdê weke dezgeheke îxwanan tê dîtin, ji alîyê Emîratê ve hatîye mor kirin.

Wezareta karê derve ya Swêdê radighîne ku ew ji ber biryara Emîratên Erebe yên Yekgirtî bi tu awayî li hemberî Federasyona îslamî tedbîran nagirin.

Mats Samuelsson ji wezaretê dibêje Îxwanên muslimîn û Federasyona îslamî di lîsteya rêxistinên terorîst ya Yekîtîya Ewrûpayê de cîh nagirin û ji ber vê yekê, di vê kêlîyê de, sebeba girtina tedbîran tune ye.

Mahmoud Khalfi yê ji Federasyona îslamî dibêje rast e ku wan ji Îxwanên muslimîn îlhamê girtine lê bi tu awayeke rêxistinî girêdayî wan nîn in. ”Em rêxistineke serbixwe ya swêdî ne” dibêje Khalfi.

Rêxistineke din ya ji Swêdê ku di lîsteya Emîratên ereb de ye Islamic Relief e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".