Sîyasetvan biryara nexweşnivîsandina te didin

Tiştê nivîsandina mirovan weke nexweş xûya dike biryarên sîyasî ne, û ne rewşa tendrûstî ya wan kesan. Vê yekê analîzeke ji Kasaya Sîgortayê nîşan dide.

Sê faktorên girîng ev in: şiklê avakirina sîstema teqawidîya pêşwext, bazara kar û xebata di warê nexweşnivîsandinan de.

Gava derfeta wergirtina teqawidîya pêşwext hatîye zehmetkirin wê demê hejmara nexweşîyên demdirêj jî zêdetir bûye.

Gava hejmara kesên nexweş zêde bûye piranîyeke mezin ji pareyên Kasaya Bêkarîyê ji bo belavkirina xerca nexweşîyê hatiyê serf kirin, di şûna ku bi awayeke aktîf alîkarîya kesên nexweş bikin de.

Ev jî bûye sebeb ku hejmara nexweşan her diçe zêdetir bibe.

Lê ji hêla din ve dema pare ji bo rehabîlîtasyonê hatîye serfkirin hejmara nexweşan jî kêmtir bûye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".