tt
Melîk Carl XVI Gustaf. Wêne: Johan Ekströmmer, TT.

Melîk serxwebûna Filistînê pîroz kir

Melîkê swêdî Carl XVI Gustaf di roja serxwebûnê de ji Filistînê re pîrozbahî şand. Pîrozbahî bi nameyek ji serokdewletê filistînî Mahmûd Abbas re hat rêkirin.

Bi vî re cara yekemîn qralekî ewrûpî serxwebûna Filistîna ku sala 1988’an ji alîyê Yaser Arafat ve hatibû îlan kirin pîroz dike.

Qesra swêdî radighîne ku kevneşopîyekê ye ku peyamên pîrozbahîyê roja serxwebûna dewletan de bişînin.

Her çendî Filistîn meha derbasbûyî ji alîyê Swêdê ve bi awayeke fermî hat naskirin jî wezîra derve Margot Wallström îro li Brûkselê di civîna bi hemkarên xwe yên ewrûpî re got vekirina balyozxaneyek li Ramallahê ji bo demeke dirêj ne di rojevê de ye û ewê karûbarên xwe bi rêya konsolosxana xwe ya gîştî ya li Qudûsê bidomînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".