Xwestin mizgefta Örebroyê bişewitînin

Mizgefta li taxa Vivalla ya li bajarê Örebroyê îşev bû hedefa êrîşeke şewitandinê. Polês radighîne ku mirovek pencereyek şikandîye û şûşeyek bi maddeyeke şewatê avêtîye hundir.

Teknîsîyenên polês li mizgeftê lêkolînek dikin, lê hetanî niha tu kesek nehatîye girtin.

Şik tê kirin ku ji dora mizgeftên Örebroyê gelek ciwanên cîhad-xwaz ji bo şerên li Sûrîyê û Îraqê hatine şandin.

Li gorî îstatîstîkên îstixbarata swêdî jî herî zêde ji Göteborg û Örebroyê cîhadparêz çûne şerên li rojhilata navîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".