Markus Landén/Sveriges Radio.
Nîvê dibistanên li Stockholmê servîsa otomatîk ya SMSê bikar tînin. Wêne: Markus Landén/Sveriges Radio.

SMS reva ji dibistanê sekinand

Li dibistanên Stockholmê dema şagirt ji dersê direvin ji dê û bavê wan re SMS’ek tê şandin. Piştî ku dibistanên bingehîn vê rêbazê bikar anîn reva ji dersan gelekî kêm bû, li gelek dibisitanan nîve nîv bû.

Caroline Gertoft li dibistan Gärdeskolan li Stockholmê mamoste û berpirsa reva ji dibistanê ye û dibêje ev rêbazek gelekî baş e û kirîye ku şagirt di wexta xwe de werin dibistanê û li vir bimînin jî.

Berê mamosteyan telefonê malê dikrin û vê yekê gelekî wext digiritin. Niha SMS bi rêya malpereke bi awayeke otomatîk tê şandin û pê re karûbarê mamosteyan jî sivik dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".