Lillemor Strömberg/Sveriges Radio.
Fabrîka montaja kamyonan li Umeåyê. Wêne: Lillemor Strömberg/Sveriges Radio.

Volvo 350 kesî ji kar davêje

Volvo îro da zanîn 350 xebatkarên wê yên li Umeåyê hîşyarîya ji kar derxistinê wergirtine. Sala çûyî bîryar hatibû dayîn ku fabrîka montaja kamyonên Volvoyê yê li bajarê Umeåyê were girtin. Montajê bar dikin herêma Tuve ya derveyê Göteborgê.

Di destpêkê de hatibû gotin dê 500 xebat kar ji kar werin derxistin, lê Volvo radihîne ku di saya paketeke tedbîran wan vê jimarê daxistine 350.

Xebatkar îro hatine agahdar kirin û ji bo ka dê kî/kê ji karê xwe were avêtin de dê îro muzakere bi sendîkayê re were destpêkirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".