Analîzên şaş dê çav re derbas bin

Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî dê wan analîzên ziman yên gelekî rexne li wan hatibû girtin ku şaş in ji nû ve di çav re derbas bike.

Çavdêrî dê ji alîyê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî ya Hollandî ve bê kirin, ku ew bi xwe jî muşterîyê şîrketa analîzkar Sprakabê ye.

Li gorî rojnama Dagens Nyheterê dê Daîreya Mihacirîyê ya Gîştî her weha li ser rêbaz û metodên Sprakabê û ka ev analîzên zimanan çawa têne bi kar anîn jî çavdêrîyeke mezintir bike.

Şefê pirsên dadê yê Daîreyê, Fredrik Beijer, ji rojnameyê re dibêje dê ev çavdêrî gelekî dorfereh be û ji alîyê pisporên serbixwe ve bê kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".