Penaxwaz alîkarîya însanî kêm dikin

Swêd dê alîkarîya însanî ya ji bo derveyê welat sala pêş me bi 1 mîlyar û 300 milyon kronî kêm bike. Sebeb ew e ku dê bêtir pare biçe ji bo pêşwazîkirina penaxwazên têne Swêdê.

Bi armanca ku zanibin ka van pareyan ji kîjin xebata însanî bikşînin lêkolînek tê meşandin.

Lê wezîra alîkarîya derveyê welat Isabella Lövin ji rojnama Svenska dagbladet re dibêje ewê van pareyan ji xebata li Asyayê û ji projeyên pirr-dewletî yên wekî alîkarîya ji bo Bankeya Cîhanî bikşînin.

Lövin her weha dibêje Swêd gelekî pare dide sîstema Neteweyên Yekgirtî jî û dipirse gelo di cîh de ye ku Swêd ewqas zêde pare bide projeyên cûda yên navnetewî.

Her sala diçe hikûmet bêtir û bêtir ji butçeya alîkarîya însanî ya ji bo derveyê welat ji bo pêşwazîkirina penaxwazan vediqetîne. Îsal 5 mîlyar kron ji wir hatîye kişandin. Sala pêş me dê bawerkirin dê ev hejmar 8 mîlyar û 400 milyon kron be.

Lê ji ber ku bûtçeya alîkarîya însanî sala pêş me bi gîştî zêdetir dibe ferqa jê-kêmkirinê dibe, weke me di destpêkê de jî diyar kir, mîlyarek û 300 milyon kron.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".